′Hevgirtina pêkhateyan planên dijberên neteweya demokratîk têk birin′

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyan planên dijberên projeya neteweya demokratîk têk kirin.

′Hevgirtina pêkhateyan planên dijberên neteweya demokratîk têk birin′
11 îlon, 2023   00:45
REQA- ALAA EL ELÎ

Jinên ji Reqayê diyar kir ku bersiva herî xurt a li hemberî hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevgirtina gelan e .

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Îtîmad El Ehmed got, dijberên projeya neteweya demokratîk hewl dan di bûyerên li Dêrazorê de fitneyan di navbera pêkhateyan herêmê de biafirînin û anî ziman ku ji ber hişyarî û zanebûna tevahî beşên civakê ev hewldan hatin têkbirin.

Îtîmad El Ehmed îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û diyar kir ku bi saya vê hevgirtinê planên hêzên derve negihiştin serî. Her wiha got: "Bi hevgirtinê em ê tevahî hewldanên derxistina fitneyan têk bibin."

Îtîmad El Ehmed destnîşan kir ku armancc ew bû ku bi rêya eşîrên herêmê fitneyan di navbera Ereb û Kurdan de derxin û wiha dom da axaftina xwe "Hevgirtina eşîran û hebûna wan di  saziyên Rêveberiya Xweser de, her wiha piştgiriya eşîran a bi QSD′ê re planên komplogeran pûç kirin."

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Nîroz Ebdurehman îşaret pê kir ku pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji salan ve bi hev re dijîn û got: "Pêkhateyên herêmê ji planên bi armanca têkbirina hevgirtin û projeya wan hişyar in, ji ber vê yekê tu kesî nikarî wan bikişîne nava çirava fitneyan.′′

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Feyrûz Xelîl bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku nekevin xefka fitneyan û got: "Em Kurd, Ereb, Ermen, Asur û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê em ê hevgirtî bin û xaka xwe ji terorîstan biparêzin."

(bb)

ANHA