QSD′ê nasnameya şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ aşkara kir

QSD′ê ragihand ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şervanê wan  Mihemed Raxib El Kurdî (Resûl) şehîd bûye.

QSD′ê nasnameya şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ aşkara kir
10 îlon, 2023   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Mihemed Raxib El Kurdî (Resul) aşkara kir ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bûye.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

′′Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk roja înê operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ bi dawî kir. Operasyon bi serketî encam girt, deverên ku çeteyên ji herêmên rojavayê Firatê derbasî wan bibûn, hatin paqijkirin. Her wiha hejmarek endamên şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst hatin girtin û ewlehî û aramiya herêman hatin mîsogerkirin ku çeteyan fesadî û xirabî lê belav kiribûn.

Di operasyonê de şervanên me berxwedaneke lehengane û mezin li dijî çete û terorîstan nîşan da. Şervanên me bi saya piştevaniya şêniyên herêmê çete têk birin. Dema şer hinek hevrêyên me yên şervan şehîd bûn. Şervanê me yê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Raxib El Kurdî (Resûl) heta kêliya dawî li ber xwe dida û bi ser çeteyan ve diçû. Hevrêyê me Mihemed Raxib El Kurdî di şer de birîndar bû û li nexweşxaneyê şehîd bû.

Bila serê malbata şehîd Mihemed û tevahî malbatên şehîdan sax be. Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê wefadarên xwîna pak a şehîdan bin. Em ê  li ser rêça wan bimeşin û ewlehî û aramiya herêmên xwe biparêzin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Resûl

Nav û paşnav: Mihemed El Kurdî

Navê dayikê. Fitêm

Navê bav: Raxib

Cih û dîroka jidayikbûnê: Şedadê-1993

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- 7′ê Îlona 2023′yan.

(bb)