Gerîlayê HPG′ê Şoreş Berxwedan li Helebê hat bibîranîn

Gerîlayê HPG′ê Nebî Ehmed (Şoreş Berxwedan) ê di êrişa dewleta Tirk  a dagirker de li Wanê şehîd bû, li Helebê hat bibîranîn.

10 îlon, 2023   16:50
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayê HPG′ê  Nebî  Ehmed (Şoreş Berxwedan) ê 31′ê Tebaxa îsal li herêma Wanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehdî bû, merasîmê bîranînê li dar xist.

Merasîm li Qada Şehîdan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Bi sedan şênî, di nav de nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî û ewlehiyê beşdar bûn.

Merasîm bi tûrana leşkerî ya şervanên YPJ û YPG′ê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Amîna Xidro seraxî ji malbata şehîd Şoreş re xwest û got: " Şervanên li çiyayên Kurdistanê berxwedanên afsanewî raber dikin û dîrokî dinîvisînin. Bi saya şehîdan em bû ne yek û hevgirtî ne."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Helebê Mezlûm Heleb axivî û got: "Şoreş Berxwedan ji bo rizgarkirina welatê xwe tev li tevgerê bû.  Bi hevalên xwe re li çiyayên Kurdistanê têkoşiya. Serîtewandina ji zalim û dagirkeran re qebûl nekir û ji bo têkbirina planên dijmin xebitî. Şoreş canê xwe feda kir û tev li karwanê şehîdên azadiyê bû. Bila dewleta Tirk a faşîst baş bizanibe ku dê nikaribe îradeya me bişkîne, ji ber ku şehadeta her hevalek me îsrara me ya bidestxistina azadî û tolhildana şehîdan bihêztir dike."

Dayika şehîd Şoreş, Sultan Ehmed diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û wiha domand: "Ez ne poşman im ku min kurê xwe da welat. Ez di wê baweriyê de me hevalên wî wê tola wî hilînin. Ji ber ku me li ser heqiyê ne em ê bi ser kevin û dê dijmin têk biçin."

Piştre beşdaran li peyama deng a şehîd Şoreş Berxwedan guhdar kir. Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin û bi tilîliyên dayikan radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA