Mikurhatinên çeteyekî: Newaf El Beşîr çek dan me

Çeteyekî li xwe mikur hat ku destpêkê xwepêşandan li dar xistin, piştre Newaf El Beşîr fermana da wan ku li Dêrazorê êrişî nuqteyên QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin.

Mikurhatinên çeteyekî: Newaf El Beşîr çek dan me
10 îlon, 2023   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîmenê mikurhatinên çeteyekî bi nave Muhsin Casim El Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookê parve kir.

Çete Muhsin Casim El Mihemed li xwe mikur hat ku di êrişên li Dêrazorê yên li dijî QSD′ê de cih girt û got, Newaf El Beşîr bi kêmanî 55 çekên sivik, navîn û topavêj dane wan da ku li Dêrazorê êrişî nuqteyên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê bikin.

QSD′ê di 27′ê Tebaxa îsal de operasyonek bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′  li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ, bazirganên narkotîkê û kesên derveyî qanûnê tev digerin, dabû destpêkirin. Operasyon 8′ê Îlonê bi dawî bû. Li gorî daxuyaniya QSD′ê di encama operasyonê de 29 çekdar hatin kuştin, 25 şervan û 9 sivîl şehîd bûn. Her wiha 4 çeteyên Dîfa Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, 2 çeteyên DAIŞ′ê û 15 çekdarên din hatin girtin.

(bb)