Protestoyên li Siwêdayê dewam dikin

Protestoyên xelkê Siwêdayê ya bi banga çareseriya siyasî û çûyîna Esed di hefteya xwe ya 4′an de berdewam dikin.

Protestoyên li Siwêdayê dewam dikin
10 îlon, 2023   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Protestoyên xelkê Siwêdayê di hefteya xwe ya 4′an de berdewam dikin. Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di hefteya 4′an de jî bi dehan xwepêşandêr li qada Kerama ya naverasta bajar kom bûn.

Li gorî SOHR,  xwepêşandêran dirûşmên pêkanîan guhertinê ya li gorî biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî û çûyîna Beşar Esed kirin.

Her wiha pankartên bi nivîsên "Em dewleta hemwelatîbûn û qanûnê dixwazin", "Ji girtiyan re azadî", "Em daxwaza birayra 2254′an dikin" û "Jiyan maf e, em azadî, rûmet û edaleta civakî dixwazin" hatin vekirin.

Bi dehan jin kom bûn û dirûşmên pêkanîna daxwazên xwepêşanderan berz kirin.

(bb)