Şêniyên Minbicê: Me bi sekna xwe li kêlek hêzên xwe çete têk birin

Şêniyên Minbicê ji bo piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî li dijî êrişên dagirkerî û çeteyên wê meşeke girseyî li dar xist û got, "Me bi sekna xwe li kêlek hêzên xwe yên leşkerî çete têk birin û agirê fitneyê vemirand."

10 îlon, 2023   13:13
MINBIC

Ji bo piştgiriya QSD′ê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên parêzvanên Minbic û şêniyên bi sedan şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl, xet, meclisên sivîl, partiyên siyasî, endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, rûspî û şêxên eşîran û rêxistinên civaka sivîl meşeke girseyî li dar xist. Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi Çerxerêya Delê ve dest pê kir.

Li Çerxerêya Delê meş vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo komplo û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet Minbicê şermezar kirin û wiha got: "Li gorî tîpên peyva Minbicê em bi hev re li kêlek hêzên xwe yên leşkerî parastina bajêr bikin, soz didin şehîdên xwe li ser şopa wan bin. Bi zendên şêniyan em ê van komployan têk bibin û parastina destkeftiyan bikin û em li hember êrişan di yek xendekê de ne."

Şêxo wiha domand: "Em welatiyên dewleta Tirk ji bo xizmetên xwe bi kar tîne re dibêje hûn îro bajarê xwe wêran dikin û gelê xwe qetil dikin. Nebin belge di destê ajandeyên derve de."

′EM LI SER SOZA XWE NE′

Li aliyekî din jî berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş rola şêniyên Minbic, eşîrên ereban di têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker de pîroz kir û got: "Bi berxwedana gel, eşîr û şervanên me yên li tevahî eniyên şer me komplo têk birin. Em xelê vê eşîran û vî welatî ne û tu kes nikare li pêş me bisekine."

Derwîş spasiya ciwanên li kêlek hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê sekinîne û çek li dijî dijmin hilgirtine, kir.

Derwîş hêzên parêzvanên bajêr ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Ceyş El Siwar, Cebhet El Ekrad, Lîwa El Şîmal El Demokratî û Meclisa Leşkerî ya Babê tevahî li eniyên şer in û dersên giran didin çeteyan.

′BI BIRATIYA GELAN EM Ê LI HEMBER DAGIRKERIYÊ BISEKININ′

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê şêx Mihemed Sadiq El Isêdî axivî û got xelkê eşîran her tim bi QSD′ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re. Şênî û pêkhateyên wê tevî xelkê eşîran û senka wan bi QSD′ê êrişên li ser herêmê têk birin.

El Isêdî wiha domand: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan salan ve bi hezkirin û aştî dijîn."

El Isêdî wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê Erdogan û çeteyên wî bizanin ku em li hember balafirên bêmirov û şerê taybet li ber xwe didin. Ji ber ku em xwedî vîneke xurt in."

Meş bi diruşmên ′Na ji fitneyê re′, ′Erê ji biratiya gelan re′ û"Bijî berxwedana Meclisa Leşkerî ya Minbicê re′.

(fr)

ANHA