MÎT′ê li Efrînê bijîşkek revand

MÎT′a Tirk bijîşkek ji gundê Korzêlê yê Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revand.

MÎT′ê li Efrînê bijîşkek revand
10 îlon, 2023   12:42
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecihî da zanîn îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) bijîşkekê pisporê nexweşiyên dil Lazgîn Salih ê ji gundê Korzêlê yê Şêrawayê di 5′ê Îlonê de revand.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên Ehrar El Şerqiye, di 29′ê Gulana 2018′an de bijîşkê ji malbata wî ya li navenda Efrînê revand û malbata wî ji malê derxist, kel û pelên wî yên klînîkê dizîn û piştî dayîna pereyan ew serbestber dabûn.

(fr)

ANHA