Cenazeyê şehîd Resûl bi merasîmekê hat veşartin

Şêniyên navçeya Şehdadê şervanê hêzên komandos ên QSD′ê Mihemed Raxib El Kurd spart axê ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Resûl bi merasîmekê hat veşartin
10 îlon, 2023   13:16
HESEKÊ

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên QSD`ê jî di nav de, şêniyên Şedadê ya Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî QSD′ê Mihemed Raxib El Kurdî (Resûl) li Goristana Şehîdan a navçeyê spart axê. Raxib El Kurdî 7′ê Îlonê di çarçoveya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li bajarokê Bisêra şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El Ebdullah sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Şehîd Mihemed sembola fedakarî bû, jiyana xwe xist xizmetî gel û xaka xwe. Di qadên şer de li pêş bû. Mînaka lehengî û wefadariyê bû. Me waneyên li ser girîngiya parastinê ji bo azadî û edaletê li hember zulm û desthilatê jê wergirtin."

Ji fermandarên Hêzên Komandos ên herêma Dêrazorê Mehmûd El Serxan soz da tevahî şehîdan li ser şopa wan bimeşin û wiha got: "Fedakariya şehîdan ji bo deynek e û em ê deynê wan bidin."

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Wail Salih wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Raxib El Kurdî bi dirûşman hat veşartin.

(fr)