​​​​​​​Gundekî Şerayê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker careke din gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

​​​​​​​Gundekî Şerayê tê topbarankirin
10 îlon, 2023   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi çekên giran gundê Şewarxa ya Şerayê topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker şeva berê ji nuqteyên xwe yên li Efrîn û Ezazê ve bi zêdetirî 80 guleyên tank û hawinan gundê Şewarxa topbaran kir. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de çêbûn.

ANHA