Artêşa Tirk gundekî Şerayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi moşekan gundê Şewarxa yê navçeya Şerayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Artêşa Tirk gundekî Şerayê topbaran kir
10 îlon, 2023   07:45
ŞEHBA

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundên kantona Şehba, navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dikin.

Şeva berê dagirker û çeteyan ji nuqteyên xwe yên li Efrîn û Ezazê ve zêdetirî 80 guleyên tank û hawinê avêtin gundê Şewarxa. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên şêniyan de bûn.

(fr)

ANHA