​​​​​​​′Tecrîda li Îmraliyê tirsa rejîma Erdogan nîşan dide′

Lêkolîner û hiqûqnasan tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdulalh Ocalan şermezar kir û gotin, ramanê Rêber Abdullah Ocalan xetereyê li ser nîjadperestiyê çêdike ku dewleta Tirk li ser wê ava bûye.

​​​​​​​′Tecrîda li Îmraliyê tirsa rejîma Erdogan nîşan dide′
10 îlon, 2023   00:37
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

Lêkolînerê kar û barên Rojhilata Navîn û siyasetên nasnameyê Dr. Taha Elî Ehmed anî ziman ku zextên ku desthilata Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ferz dike, tevahî pîvanên navneteweyî û herêmî yên têkildarî rewşa rêberekî Kurd derbas kirine û got: "Ji ber ku mirovekî bi temenmezin e û ji mafên xwe yên herî biçûk bêpar hatiye hiştin."

Ehmed diyar kir ku ruxmî muameleya xirab a li hemberî  girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de belav bûye ku mafên mirovan tên binpêkirin, lê muameleya xirab a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan girantir e. Ehmed sedema vê mualmeya li hemberî Rêber Abdulalh spart vê yekê ku desthilata neteweperest a li Tirkiyeyê ramanê wî li dijî îdeolojiya xwe  ku li ser esasê wê dewleta Tirk di sala 1923′yan de ava bûye, dibîne.

Dr. Taha Ehmed bi domdarî got: "Birêz Ebdullah Ocalan banga naskirina mafên çandî yên tevahî pêkhateyên civaka Tirkiyeyê, di serî de mafên Kurdan dike. Rêjeya Kurdan di civaka Tirk de ji sedî zêdetirî 20′an e. Her wiha Kurdan roleke dîrokî di şerê serxwebûna Tirkiyê de list, lê dewleta Tirk di serdema Mistefa Kemal Ataturk de mafên Kurdan înkar kir û polîtîkayên tirkbûyînê di hemû qadên jiyanê de; siyasî, çandî û civakê meşandin. Di encamê de ji aliyê desthilata Tirk ve tundiya herî dijwar a çandî, siyasî û leşkerî li dijî Kurdan hatin meşandin."

Ehmed diyar kir ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan xetereyekê li ser rêgeza nîjadperestiyê çêdike ku dewleta Tirk li ser esasê wê ava bûye û wiha dom da axaftina xwe: "Firehbûna çarçoveya alîgirtiya bi ramanê rêberê Kurd re tirsa çîna neteweperest a Tirk zêdetire dike. Ji ber vê yekê desthilata Tirk çavdêriya li ser wê girantir dike û wî ji tevahî mafên mirovî, siyasî û çandî bêpar dihêle.′′

Ehmed bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hemeberî zextên dewleta Tirk ên li ser Rêber Abdullah Ocalan jî û ev nirxandin kir: "Divê em ji bîr nekin ku rêberê Kurdan beriya 25 salan bi komployeke navneteweyî hat girtin ku gelek hêzan wekî Dewletên Yekbûyî  yên Amerîka, Îsraîlê û hinek dewletên din beşdar bûn. Ji ber vê yekê divê em matmayî nemînin ku tu piştgirî ji aliyê hikumetên rojavayî ve tune ye. Li beramberî vê bêdengiyê, dengên mirovî yên alîgirên birêz Abdullah Ocalan hene. Ev yek di meşên piştgiriyê de diyar dibin ku carê li paytextên welatên rojavayî tên lidarxistin."

Nivîskarê ji Misirê û nûnerê Yekitiya Edil a Maf û Azadiyan a Neteweyên Yekbûyî li Awusturyayê Behcet El Ubeydî piştgiriya xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Qeydên li ser têkoşer Abdullah Ocalan hatine ferzkirin li dijî tevahî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e. Ji vê zêdetir aşkare li dijî qanûnên Tirkiye bi xwe ne."

El Ubeydî diyar kir ku rejîma Erdogan bi şerê dirûnî yê dijwar ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, sûcekî dike û got: ′′Ev nêzîkatiyên tirsa mezin a Erdogan ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide, ji ber vê yekê hewl dide rê li ber belavbûna ramanên têkoşerê Kurd bigire. ′′

Behcet El Ubeydî got, zextên dewleta Tirk wê rê li ber belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan negire û wiha pê de çû: "Girtîgeh dikarin bêdengên ronakbîr û rêberan bigire, lê tu carî nikarin raman û nêrînên wan bigirin, wekî ku tê gotin raman bask in ku nayên astengkirin."

Behcet El Ubeydî anî ziman ku hewldanên domdar ên tecrîdkirinê ku desthilat Tirk dimeşîne tirsa pergala Erdogan ji Rêbertî nîşan dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî ku di girîgehê de jî lê hêza wî heye ku çirûska têkoşîna Kurdan pêxe, ev jî dihêle ku Erdogan wekî kelemekê di pişta Tirk a zalim de be ku wê dewam neke. Wê dawiya her zalimekî were û dê piştî şevekê barbangeke heye ku roja azadiyê jê hiltê."

(bb)

ANHA