Ji bo parastina çand û hunera xwe şevbuherkan li dardixin

Navenda Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi armanca parastina çand û hunera kurdî, şevbuherkan li dar dixe.

9 îlon, 2023   18:22
ŞEHBA

Navenda Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Çand û Huner nasnameya gelan e û xweşikbûna wê mûzaîka neteweya demokratîk e" li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê şevbuhêrkek li darxist.

Di şevbuhêrkê de, bi navê endamê Desteya Çand û Hunerê ya Efrîn û Şehbayê Îsmaîl Hîlal axivî û diyar  kir ku çand nasnameya gelan e û li ser vê esasê divê gel çanda û hunera xwe biparêzin.

Hîlal wiha got: "Ji bo tunekirina gelê herêmekê destpêkê çanda gelan qir dikin. Ji bo çanda me jî neyê qirkirin, divê em bi erka xwe rabin. Erka me jî parastina çandê me ye.”

Her wiha şevbuhêrk bi stranên Koma Veger destpê kir û stranên xwe ji gel re vegotin.

Koma Gorvanê gelek govendên çanda Efrînê pêşandan.

(zş-şx)

ANHA