ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-9-2023
9 îlon, 2023   23:00

Di hefteya borî de rewşa Sûriyeyê, jihevxistina Piştevahiya Legîn ji aliyê El Burhan ve û rewşa Lîbyayê bûn rojeva rojnameyên erebî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporên ji Misirê got, li pişt hewldanên derxistina fitneyan a li Dêrazorê planeke dewleta Tirk hebû. Her wiha diyar kir ku rola dewleta Tirk di afirandina aloziyan de aşkara ye.

Fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebû Ebdo Kefer Sixîr detayên êrişên li dijî gundewarên Minbic û Babê aşkera kirin. Ebû Ebdo destnîşan kir ku dê ew bi ser kevin û dê her kesê dest bide ewlehiya herêmê, tune bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên ji kantona Hesekê diyar kir ku tevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk a dijmin re li dijî Kurdan îxanet e û got: "Gerîla nûnertiya me dike, hebûna wê hebûna me ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan hewldanên derxistina fitneyan li Dêrazorê şermezar kirin û gotin ew dê bi hevgirtinê li dijî hewldanên derbekirina îstîqrarê û jiyana hevbeş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Veşartina bûyerên dîrokê li pêş gelan, ji aliyê pergalên zordest ên Rojhilata Navîn ve, binaxkirina hêza têkiliyên dîrokî yên di navbera kurdan û gelên herêmê de, nêrîneke wisa li ser guman heye têkildarî têkiliyên bi kurdan re çêkir.

Lêkolîner û hiqûqnasan tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdulalh Ocalan şermezar kir û gotin, ramanê Rêber Abdullah Ocalan xetereyê li ser nîjadperestiyê çêdike ku dewleta Tirk li ser wê ava bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê hêzên Komandos şehîd Mihemed Raxib El Kirdî li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê oxir dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji bo piştgiriya QSD`ê û sepandina ewlehiyê xwepêşandanekê li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zarokên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li kampa Serdem daxuyaniyekê didin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo piştgiriya hêzên leşkerî, xwepêşandanekê li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çandî ya Tebqayê pêşangeha hunera şêwekariyê li hola Navenda Çandî ya Tebqayê dest pê dike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye tev li merasîma bîranîna şervanê HPG`ê Şoreş Berdan dibin ku li Qada Şehîdan a rojavayê taxê li dar dikeve saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)