Li Şamê tecrîd bû rojeva civînekê

Meclisa Gel a taxa Zorava ya peytaxa Sûriye Şamê û Meclisa Kongra Star têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist.

Li Şamê tecrîd bû rojeva civînekê
9 îlon, 2023   20:32
ŞAM

Meclisa Gel a Zorava ya peytaxa Sûriya Şamê û Meclisa Kongra Star têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên taxên Zorava, Riknedîn û taxên din ên paytextê tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Rêveberiya Kongra Star Berçem Yusif, koordînatora Kongra Star Newroz Xelîl û endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şheîdan Mistefa Nasan di civînê de axivîn.

Di civînê de siyaseta li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin, hatin nîqaşkirin û hate gotin ev siyaset ne tenê li dijî kurdan e lê belê li dijî tevahiya mirovahiyê ye.

Di civînê de, teqezî bi mezinkirina têkoşînê û berdewamkirina çalakiyan hat kirin da ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

(şx)

ANHA