Windahiyên çeteyan li bakurê Minbicê

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyan êriş bendên hêzên leşkerî yên li Dendeniye kir, lê hêzê bersiva wan êrişan daye di endamê de çete revîne.

Windahiyên çeteyan li bakurê Minbicê
9 îlon, 2023   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyan êriş bendên Meclisa leşkerî ya Minbicê yên li gundên Denderiye kir.

Navendê da zanîn ku çeteyan xwestin derbasî gundê Dendeniye bibin.

Her wiha destnîşan kir ku hêzê bersiv daye wan êrişan û di encamê de şer derketiye. Ji ber bersiva xurt a hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, çete neçar mane birevin, li dû xwe kuştî û birîndarên xwe hiştin.

(şx)

ANHA