Êrişa çeteyên dewleta Tirk li dijî gundewarê Minbicê hate bersivandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh li dijî gundê Korhiyok pêk anî û hewl dan derbasî gundên Dendeniye û Siyade yên Minbicê bibin. Lê şervanên Cebhet El Ekrad û Lîwa Siwar Idlib bersiv da wan êrişan û têk birin.

Êrişa çeteyên dewleta Tirk li dijî gundewarê Minbicê hate bersivandin
10 îlon, 2023   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me li herêmê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibê saet di 05:30`an de, hewl dane derbasî gundên Dendeniye û Siyade yên bakur rojavayê Minbicê bibin.

Di encama bersivdayîna şervanên Cebhet El Ekrad de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha aşkera kir ku çeteyan duh piştî nîvê şevê, hewl dane li 3 eniyan êriş gundê Korhiyok ê bakur rojavayê Minbicê bikin. Lê di encama bersivdayîna şervanên Cebhet El Ekrad û Lîwa Siwar Idlib de, şer derketiye ku 2 saet berdewam kiriye. Dawiyê çete reviyane.

(şx)

ANHA