Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên qurbaniyên erdheja li Mexribê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî dan malbatên qurbaniyên erdheja Mexribê û şîfa ji birîndaran re xwest.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên qurbaniyên erdheja li Mexribê
9 îlon, 2023   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi peyamekê sersaxî da dewleta Mexribê ji ber erdheja çêbûye û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiyê di peyama xwe de sersaxî da hikumet û gelê Mexribê û qurbaniyên erdhejê. Her wiha şifaya acil ji birîndaran re xwest. Rêveberiyê hêvî kir ku istiqrar û ewlehî li hermê vegere, da ku vê belayê derbas bike.

(şx)