Têkiliyên Siûdî – Îsraîlê, rewşa Lîbya û Lubnanê mijarên rojnameyên erebî ne

Dosyaya normalîzekirinê ya di navbera Erebistanan Siûdî û Îsraîlê de, rewşa Lîbya û Lubnanê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

Têkiliyên Siûdî – Îsraîlê, rewşa Lîbya û Lubnanê mijarên rojnameyên erebî ne
9 îlon, 2023   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da dosyaya normalîzekirinê ya di navbera Riyad û Til Avîvê û li ser vê vê mijarê nivîsek bi sernavê "Trêna normalîzekirinê ya di navbera Erebistsana Siûdî û Îsraîlê de hêdî hêdî dimeşe′′ weşand. Di nivîsê de hat gotin, rêgeha normalîzekirinê ya di navbera Riyad û Til Avînê de hêdî hêdî pêşde diçe. Her wiha hate gotin, Koşka Spî aşkara kir ku rêgeha normalîzekirina têkiliyan a di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de ji bo îmzekirin heta niha neketiye çarçoveya nîqaşkirina bendên hazir. Her wiha hate destnîşankirin ku rêgeha normalîzekirina têkiliyên xwezayê bi Til Avîvê re pêvajoya pejirandinê ya ji aliyê Erebistana Siûdî ve derbas kiriye.

Li gorî rojnameyê, şopdarên normalîzekirina têkiliyan dibêjin, normalîzekirin ji bo Riyad û Til Avîvê bejewendiyeke hevbeş e û hate gotin, Îsraîl dixwaze rakirina  îzolasyonê bi derdorê re ku li ser wê hatiye ferzkirin, temam bike û di heman demê de Siûdiye naxwaze derfeteke din ji dest bide, lê dixwaze pirsgirêkên li dora xwe bi dawî bike.

′LÎBYA LI PÊŞBERÎ PIRSGIRÊKA HILBIJARTINAN E′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê nivîsek weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin ku lidarxistina hilbijratinan yek ji mijarên girîng li pêşiya rêveberên siyasî û ewlehî yên komên sereke yên cûda yên li welat e. her wiha hate gotin,  ji bo lihevkirineke fermî li ser diyarkirina dema hilbijartinên serokatiyê  û yên parlamentoyê çêbibe, şêwir berdewam in.

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên lîbyayî  ev agahî parve kir: "Ji bo pêkanîna hilbijartinan, bi taybetî li herêma başûr a di bin çavdêriya hêzên hevbeş de, lihevkirin di navbera fermandariya artêşa li Bingazî û serokatiya hikumeta Terablusê de çêbûye. Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew amade ye beşdarî mîsogerkirina pêkanîna hilbijartinan bibe.

′ÊRIŞA BASÎL A LI SER ÎNÎSIYATÎFA BIRÎ NÎŞANEYÊN QEBÛLKIRINA DIYALOGA LUBNANÊ JI HOLÊ RADIKE′

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Lubnanê de îşaret bi vê yekê kir ku serokê Şepêla Nîştimanî ya Azad parlamenter Cubran Basîl nîşaneyên erênî yên ku di hefteya borî de derketibûn ji holê rakirin. Her wiha hate got, Basîl ev mijar spartiye serokê parlamentoyê Nebîh Birî ku banga diyalogeke diyarker bi dema herî kêm 7 rojan kiriye û piştre wê ji bo hilbijartinên vekirî dê civîn werin lidarxistin. Di rojnameyê de hate diyarkirin ku Birî ev bang ji Fransayê girtiye, lew ra alîkarê siyasî yê serokê parlamentoyê Elî Hesen Xelîl ev bersiv da ku Basîl ′tolê ji gavên erênî hitîne."

(bb)