Welatiyek ji Cindirêsê hate revandin

MÎT′ê welatiyek ji şêniyên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revand û li hember serbestberdanê 6 hezar dolar ferz kir.

Welatiyek ji Cindirêsê hate revandin
9 îlon, 2023   07:09
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT)  5′ê Îlonê welatiyê bi navê Mistefa Murad Tirk ji şênyên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye, revand.

Çavkanî diyar kir ku Mistefa Murad Tirk ji mala xwe ya li taxa jêrîn a navçeya Cindirêsê ji hêla MÎT′ê ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Li hember serbestberdanê MÎT′ê 6 hezar dolar ferz kir.

Dewleta Tirk a dagirker, çete û MÎT′a wê da ku niştecihên Efrînê yên mane bidin koçberkirin û demografiya herêmê biguherin sûcên qetilkirin, revandin, talan, wêran û tecawîzkirinê pêk tînin.

(fr)

ANHA