Yekitiya Afrîkayê bû endamê G20

Serokwezîrê Hindistanê di lûtkeya G20 de ragihand ku Yekitiya Afrîkayê bû endamê daîm ê komê.

Yekitiya Afrîkayê bû endamê G20
9 îlon, 2023   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li New Delhi yê Hindistanê lûtkeya G20 li dar dikeve û Yekitiya Afrîkayê bi awayekî fermî bû endamê daîm ê komê.

Li gorî Reutersê, serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi di axaftina destpêkê ya lûtekeyê de axivî û got, "Bi erêkirina tevan ji serokê Yekitiya Afrîkayê dixwazim ku cihê xwe di G20 de weke endamekî daîm bigire."

Koma 20 (G20) forumeke navneteweyî ye ku mezintirîn aboriyên pêşkeftî û nûbûyî yên cîhanê dihewîne. Ew di 1999′an de piştî qeyrana darayî ya Asyayê wekî forumek ji bo wezîrên darayî û rêveberên bankên navendî hate damezrandin da ku li ser mijarên aborî û darayî yên cîhanî nîqaş bikin, berî ku ew bigihîje asta serokên dewlet û hikumetan piştî qeyrana darayî ya cîhanî ya sala 2007′an.

(fr)