Li Mexribê erdhejeke mezin çêbû: Bi kêmanî 296 kes mirin

Li gelek deverên Mexirbê erdhejeke mezin çêbû. Li gorî bîlançoya pêşîn di encamê de 296 kes mirine û 153 kesên din birîndar bûne.

Li Mexribê erdhejeke mezin çêbû: Bi kêmanî 296 kes mirin
9 îlon, 2023   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din li gelek deverên Mexirbê erdhejeke mezin çêbû.

Li gorî bîlançoya demkî ya ku wezareta kar û barên hundirîn a Mexribê daye, li herêmên Merakiş, Azîlal, Varzazat, Şîsawa, Tarudant û Hewzê herî kêm 296 kesan jiyana xwe ji dest dane û 153 kes jî birîndar bûne.

 Wezaretê destnîşan kir ku ji bo alîkariya mexdûran û tesbîkirina ziyanan hikumeta tevahî derfetên xwe seferber kiriye.

Navenda Lêkolînên Zanistî û Teknîkî ya Mexribê ragihand ku bi 7 pileyan erdhej çêbû û navenda wê herêma Hewz e.

Çapemeniya Mexirbê ragihand ku ev erdheja herî xurt e ku heta niha tê zanîn.

Hate zanîn ku di erdheja li devereke Hewzê de malbatek di bin enqazan de asê maye.

(bb)