′Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Jinên ji bajarê Reqayê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dê îsrara gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz neke û got: "Em ê heta dawiyê li qadên têkoşînê bin û her bihostekê ji xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin."

′Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin
9 îlon, 2023   06:41
REQA – ENES MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker  bi hemû çekên pêşketî û qedexekirî û balafirên bêmirov êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê- ReqaBuşra El Ehmed got: "Roj bi roj hovîtî û faşîzma dewleta Tirk zêdetir dibe ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov, top û mûşekan hedef digire . Dewleta Tirk dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber ku ev proje li dijî siyasetên wê yên qirkirinê ye."

Buşra El Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya binpêkirina nasnameya sûriyeyî û derbaskirina sînor hewl dide herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike û dagir bike û împratoriya Osmaniyan zindî bike.

Necwa Ebû Zir êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Em ê heta dawiyê li qadên têkoşînê bin û her bihostekê ji xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin."

Necwa destnîşan kir ku êriş îsrar û îradeya wan a têkbirina dagirkeriyê xurtir dikin û got: "Em têk naçin, çawa me li hember komên herî mezin ên terorîst û çeteyan li ber xwe da û me ew têk birin, em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe Erdogan û hevkarên wî jî têk bibin."

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê  Hesîne Mensûr got: "Em ê li ber xwe bidin û bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan dagirkeriyê têk bibin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî rizgar bikin."

Hesîne Mensûr bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber dewleta Tirk a dagirker bigirin û êrişên wê yên li dijî herêmê rawestînin.

 (mh)

ANHA