Ebû El Haris El Şiêtî: Operasyona `Xurtkirina ewlehiyê` ber bi dawîbûnê ve diçe

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Îbrahîm El Asî destnîşan kir ku operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ber bi dawîbûnê ve diçe û spasiya serokeşîr û rûspiyên herêmê kir û got: "Em spasiya kesên ku berjewendiya nîştimanî di ser berjewendiya kesayetî re girtine û destek dane hêzên xwe, dikin."

Ebû El Haris El Şiêtî: Operasyona `Xurtkirina ewlehiyê` ber bi dawîbûnê ve diçe
7 îlon, 2023   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku Îbrahîm El Asî (Ebû El Haris El Şiêtî) li bajarokê Zîban ê Dêrazorê daxuyaniyek da.

El Şiêtî got: "Piştî bangên serokeşîr, rûspî û şêniyên herêmê yên pêkanîna aramiyê li herêmê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD'ê bangên wan bersivand û operasyona 'Xurtkirina ewlehiyê' li herêmê dest pê kir. Îro di roja 12'emîn a operasyonê de, operasyon ber bi dawîbûnê ve diçe. Hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hin tedbîrên ewlekariyê ji bo rêgirtina li ber derbasbûna çeteyan girtin û aramiya herêmê pêk anîn da ku saziyên sivîl dest bi xebatên xwe bikin."

El Şiêtî spasiya şêniyên Dêrazorê bi giştî û şêniyên bajarokên Bisêra, Şihêl û Zîban bi taybetî kir ku bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re bûn alîkar û aramiya herêmê pêk anîn. Her wiha spasiya rûspî û serokeşîrên herêmê jî kir ku wan berjewendiya niştîman di ser berjewendiyên kesayetî re girt û destek da hêzên xwe.

El Şiêtî her wiha spasiya hemû hêzên ku di operasyonê de bi wan re bûn alîkar, kir.

(mh/şx)