Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin

Rûspiyên navçeya Til Temirê piştgiriya QSD`ê kir û bang lê kir ku guh nedin hewldanên derxistina fitneyê.

Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD`ê dikin
7 îlon, 2023   18:53
HESEKÊ

Meclisa Sivîl a navçeya Til Temirê bi koordîneya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, li gel rûspiyên navçeyê, pêkhateyên wê û kesayetên civakî, nûnerên partiyan civînek li dar xist ji bo ku geşedanên li Dêrazorê nîqaş bikin. Beşdarên civînê li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê civiyan.

Di civînê de endamê Nivîsgeha Êlan a Kantona Hesekê Enwer Elî axivî û got: “Osmaniyan û yên pê girêdayî, alîgirê melalî îranî jî, nahêlin istiqrar li herêma Rojhilata Navîn pêk were.”

Elî îşaret bi komkujiyên osmaniyan ên li dijî kurdan, ereban, suryanan kir û got ew hîna li ser wê zihniyetê ne.

Dûre bi navê pêkhateya asûr a navçeya Til Temirê Waêl Mîrza got: “Divê em bi tiştên li ser dezgehên çapemeniyên tên belavkirin, bawer nekin. QSD`ê ji ciwanên êl û pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan û asûr ava bûye. Ji dema avakirina komîteya amadekar ve, heta niha di civînên me de behsa gotina cudakirin nehatiye, kirin mîna ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk îdia dikin. MSD û QSD`ê li ser welatparêziyê û şerefê nimune ne.”

Mîrza destnîşan kir ku bi saya fedakariyên QSD`ê, xelkê herêmê bi rûmet û azad dijî û Sûriye parçe nebû û diyar kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser û modela biratiya gelan, tu çareserî nîn e.

Bi navê pêkhateya Ereb rûspiyê El Begara yê Til Temirê Salim El Remo wiha axivî: “Em kurd, ereb, asûr û suryan, bi hezaran salan in wek bira dijîn. Tu cudahî di navbera me de tune ye. Propagandaya tê kirin ku pirsgirêk di navbera êlên ereb û QSD`ê de hene, ne rast in.”

El Remo wiha domand: “Em van îdiayên li ser dezgehên çapemeniyê tên belavkirin, şermezar dikin. Em li herêmê di nav aştiyê de û li ser bingeha biratiyê de dijîn.”

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ehmed Hesen wiha axivî: “QSD`ê li şûna cîhanê şerê terorê kir. Bi saya hevgirtina pêkhateyan bi ser ket. QSD`ê ji pêkhateyên ereb, kurd, suryan û asûr ava bûye. Gelek kurd li Dêrazorê bi destê DAIŞ`ê şehîd bûne. Cîhan tev şahidê wê ye. Ev jî yekitî û hevgirtina pêkhateyan nîşan dide. »

Di dawiya civînê de, teqezî bi piştgiriya QSD`ê di şerê wê yê li dijî terorê de û guhnedana fitneyê hat kirin.

(şx)

ANHA