​​​​​​​Cibraîl Mustefa: Li girtiyên siyasî

Endamê Koordînasyona Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku li girtiyên siyasî "cezayên dîsplînî" nayên birîn, berovajî wê mafên wan ên peywendiya bi cîhana derve re, temaşekirina kanalên ragihandinê û hevdîtina bi parêzer û malbatê re, hene.

​​​​​​​Cibraîl Mustefa: Li girtiyên siyasî
7 îlon, 2023   23:38
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û bi bihaneya cezayên dîsplînî yên ku her demekê nû dike, rê nade parêzer û malbata wî ku hevdîtinê pê re bikin.

Der barê vê mijarê de, endamê Koordînasyona Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Cibraîl Mustefa ji ajansa me re wiha aixivî: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 3 salan de didomîne û rê nade parêzer, rojnamevan û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Ev tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî wî ye."

Mustefa wiha l zêde kir: "Armanca sereke ji vê tecrîdê ew e ku Rêber Abdullah Ocalan neçar bikin serî ji dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê re bitewîne. Ji ber ku ew xwedî fikrê projeya neteweya demokratîk e û dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Armanca duyem jî qirkirina gelên bindest ên li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan in."

Mustefa da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi "cezayên dîsplînî" civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dixapîne, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ne girtiyekî normal e, ew girtiyekî siyasî ye, mafên girtiyê siyasî ji yên xeynî wî zêdetir in, ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van kiryaran Rêber Abdullah Ocalan wek girtiyekî normal nîşan bide.

Der barê helwesta CPT'ê Mustefa got: "Tevî hemû binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, komîteya ku serdana Îmraliyê kiriye tu helwestên cidî nîşan nedan û di raporên xwe de gotibû ku li Îmraliyê demokrasî û azadî tune ne, her wiha rêxistina Efûyê ya navneteweyî di raporeke xwe de destnîşan kir ku girtîgeha Îmralî Guantanamoya duyemîn e."

Mustefa diyar kir ku CPT'ê bi bihaneya ku tu pêwîstî bi serdanê tune ye, serdana Îmraliyê nekir û got: "Ev jî nîşan dide ku rêxistinên karûbarên girtiyan li got ajandeyên dewletên wan fînanse dikin, tev digerin."

Mustefa îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikarîbû ji "mafê hêviyê" sûd bigirta nexasim piştî 24 salan ji dîlgirtina wî, lê belê dewleta Tirk a dagirker bi rêya cezayên dîsplînî ew ji vî mafî jî bêpar hişt.

Cibraîl Mustefa der barê paşguhkirina WHO`yê ya pêkanîna erka xwe li pêşberî Rêber Abdullah Ocalan de wiha axivî: "WHO`yê jî xwedî li erkê xwe yê li gor peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) derneket. Şopandina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan erkeke wê ye,  nexasim ku di vê dawiyê de agahî ji me re hatin, nameyên gefxwarinê dane Rêber Abdullah Ocalan."

(mh/şx)

ANHA