Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin

Bi girseyekê  şervana YPJ`ê Rojna Egîd, her du şervanên QSD`ê Agirî Qamişlo û Herekol Qamişlo hatin oxirkirin. Di merasîmê de jineke ciwan jî navê Rojna Egîd li xwe kir û tev li YPJ`ê bû.

Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin
Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin
Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin
Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin
Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin
Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin
Li pêşberî şehîdan; şêniyan careke din soza tekoşînê dubare kirin
7 îlon, 2023   17:50
QAMIŞLO

Bi tevlêbûna hezaran şêniyên herêma Cizîrê şervana YPJ`ê şehîd Zulfeya Binbir (Rojna Egîd), şervanê QSD`ê şehîd Raşid Îbrahîm (Agirî Qamişlo) û şehîd Diyar Hesen (Herekol Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.

Heval, malbat û dostên şehîdan, her wiha endamên partiyên siyasî, rêxistinên ciwan û jinan tev li merasîmê bûn. Şêniyên herêmê cenazeyê her sê şehîdan li ser piyan rakirin û heta goristanê anîn..

`HEQÎQETA GELAN LI HEMBERÎ KOMPLOYAN DERKET`

Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen axivî û diyar kir ku şehîdên ku dê wan oxir bikin, ji bo azadkirin û parastina welatê xwe li hemberî hêzên tarî bi lehengî tekoşîn kirine û got: “Şoreşa me xwe bi biratiya gelan mezin kir, em bi cidî ji bo avakirina welatê xwe tev digerin. Em ê li ser wê cidiyetê jî hemû komployên li dijî biratiya gelan û sîstema Rêveberiya Xweser têk bibin.”

Di axaftina xwe de Mehsûm Hesen bal kişand ser operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” û berxwedana şervanên QSD`ê li hemberî çeteyan silav kir û wiha pê de çû: “Em xelkê xwe yê li Dêrazorê jî silav dikin, ku karîbûn komploya ser wan tê meşandin nas bikin. Ew komploya ku bi rêya wê dixwestin Kurd û Ereban bera hev bidin. Gelan li beramberî vê komployê isbat kir ku ew bi welatê xwe ve girêdayî ne û ti carî rê nadin planên dijminan. Pê re jî heqîqeta gelan li herêmê derket holê.”

`ŞOREŞA ME HÊZEKE DIN QEZENC KIR`

Piştre li ser navê rêxistina jin Endama Kongraya Star Fîdan Sîdo jî axivî û îşaret bi merasîmê her sê şehîdan kir û da zanîn ku ew di rojeke dîrokî de ne. Fîdan got: “Hevala Rojna li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî dijminan tê koşiya, her du şervanên QSD`ê jî li pêşiya DAIŞ`ê li ser xaka xwe sekinîn. Bila serê gelê Amedê û Qamişloyê saxbe.”

Fîdan wiha domand: “Şoreşa me hêzeke din qezenc kir, mîna ku rêbertî dibêje `her şehîdek hêza pêkanîna serkeftinê ye`, lewra divê em li ser xeta şehîdên xwe bimeşin. Serkeftin a QSD û şoreşa gelan e.”

Di axaftina xwe de Fîdan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her carê pêşengên şoreşê hedef digire, divê gel li beramberî vê êrişa dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nemîne. Rê nede ku ew dewlet wê bê pêşeng bihêle û wiha dom kir: “Her rojê em ciwanên xwe yê herî delal oxir dikin, divê em ti carî serî netewînin. Ezmûna şoreşa me da isbatkirin ku ew tenê dikare Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ji kirîzê xilas bike.”

Paşê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û da zanîn ku şehîd ew in ji bo rizgarkirina welatê xwe û azadkirina gelê xwe canê xwe feda kirine û got: “Em ê heta dawiyê li ser soza xwe ya bi şehîdên xwe re bin. Bijî şoreşa ku rêberê wê şehîd bin.”

Nezîr Sofî bal kişand ser operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” û diyar kir ku ew li ser bangên eşîr û rûspiyên herêmê dest pê kiriye, bi wê bangê fitneya ku hêzên komploger xwestin li herêmê derxin jî têk çû.

Piştî qedandina axaftinan, jineke ciwan bi navê Şevîn Mihemed ji bajarê Qamişlo li ber beşdarên merasîmê navê şervana YPJ`ê Rojna Egîd rakir û tev li Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) bû.

Wesîqeyên her sê şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve radestî malbatên wan hatin kirin. Hevalên şehîdan cenazeyên wan li ser milê xwe kirin û bi slogana “Şehîd Namirin” li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Şehîd Rojna Egîd di 2`ê Îlonê de di encama êrişeke esmanî de şehîd bû, her du şehîdên QSD`ê jî di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de, di 5`ê Îlonê de şehîd bûne.

(sb)

ANHA