Wezîrê karên derve yê Yemenê bi Feysel Miqdad re civiya

Ajansa Nûçeyan a Yemenê ragihand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Yemenê li Qahîreyê bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re civiya.

Wezîrê karên derve yê Yemenê bi Feysel Miqdad re civiya
7 îlon, 2023   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeya a Yemenê ragihand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Yemenê Ehmed Bin Mubareke duh bi hempîşeyê xwe yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re li Qahîreyê civiya. Ji sala 2011′an ev hevdîtina yekemîn a rayedarên her du hikumetan e.

Hevdîtina Bin Mubarek û Miqdad piştî civîna wezîrên karên derve yên dewletên Komkara Ereban pêk hat.

Her du wezîran, rêbazên pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de û geşedanên dawîn gotûbêj kirin.

Hikumeta Şamê koma Ensarullah a Hûsiyan nas kiribû û di Adara 2016′an qebûl kir ku Nayîf El Qanis wekî balyozê Hûsiyan li Şamê bê werkdaririn. Qanis balyozê yekemîn ê Hûsiyan li derve bû. Ji ber vê yekê nakokî di navbera hikumeta Yemenê ya tê naskirin û hikumeta Şamê de derketin. Di Mijdara 2020′î de Hûsiyan Ebdullah Elî Salih Sebrî li şûna Qanis erkdar kir.

Hevdîtina Miqdad û Bin Mubarek piştî nêzîkbûna di navbera Îran (Alîgirê Hûsiyan û hikumeta Şamê) û Erebisitana Siûdî (Alîgirê hikumeta Yemenê)  de pêk hat.

(bb)