Burhan biryar da Hêzên Piştevaniya Lezgîn hilweşe

Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê biryar da ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku ji 6 mehan ve şerekî li dijî artêşa Sûdanê dimeşînin, hilweşe.

Burhan biryar da Hêzên Piştevaniya Lezgîn hilweşe
7 îlon, 2023   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar Ebdulfetah Burhan duh biryarek dabû ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn hilweşe.

Fermandariyê xîtabî hêzên çekdar ên gel, sekreteriya giştî ya meclisa serweriyê û aliyên têkildar kir ku biryarê bixin pratîkê.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Serweriyê, ji ber bandorên van hêzan li dijî dewletê û binpêkirinên li dijî welatiyan pêk anîne, binesazî xerab kirine, erk, armanc û rêgezên li ser bingeha wê di 2017′an de hate avakirin bin pê kirine, ev biryar hate dayîn.

Girêdayî mijarê Washingtonê duh, ceza li berpirsên Hêzên Piştevaniya Lezgîn, birayê fermandarê vê hêzê birîn.

(fr)