Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi derfetên kêm mazotê belav dike

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi derfetên xwe yên mazotê bê pere li koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê belav dike.

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi derfetên kêm mazotê belav dike
7 îlon, 2023   06:12
ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi derfetên xwe yên sînordar, hewl dide ku barên koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê sivik bike. Ji ber wê dest bi belavkirina mazota germkirinê bêpere kir. Para her malbatekê di beşa yekemîn a belavkirinê de 100 lître ye.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bakîr destnîşan kir ku 25 hezar malbatên koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehba, gundên navçeyên Şêrawa û Şera dê sûdê ji vê mazotê bigirin.

Belavkirin sêşemê li navçeya Til Rifetê û gundên wê dest pê kir. Piştî bidawîbûna belavkirinê li navçeya Til Rifetê, dê xebatên belavkirinê li gundên navçeya Şêrawayê dûre gundên kantona Şehbayê dest pê bikin.

Arîn diyar kir ku ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê li kantonê ferz kiriye û derfetên sînordar, wek qonaxa yekemîn dikarin 100 lître mazot li malbatan belav bikin.

Hêzên hikumeta Şamê ji dema ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de dagir kiriye, nahêle madeyên sereke, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin.

Der barê mekanîzmeya belavkirinê de, Arîn got: “Bi armanca piştgiriya xelkê xwe, em dê mazotê bê pere li malbatan belav bikin.”

Arîn Bakir di dawiyê de got: “Rêveberiya Xweser, ji bo ku alîkariya koçberên Efrîn û şêniyên kantona Şehbayê bike, tişta ji destê wê derdikevin, pêşkêş dike. Nemaze şert û mercên jiyanê li welêt dijwar bûne û hikumeta Şamê dorpêçeke tengav li herêmê ferz dike û nahêle sotemenî derbasî herêmê bibe.”

Lîtreya mazotê li sûka reş a kantona Şehbayê bi 12 hezar lîreyên Sûriyeyê û ya benzîn jî bi 22 hezar lîreyan tên firotin.

(şx)

ANHA