Rojnameyên erebî:  Pêşketin di rêgeha normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de tune ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rêgeha normalîzekirinê ya di navbera Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, rewşa li Kerkûkê û krîza Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî:  Pêşketin di rêgeha normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de tune ye
6 îlon, 2023   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê ′Rêgeha normalîzekirinê ya di navbera Şam û Enqereyê de têk çû′ weşand.  Li gorî nivîsê, daxuyaniyên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayî re Vladimîr Pûtîn  re ya li Sochiyê dabû,  asta asentiyên li pêşiya normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de aşkera kirin. Her wiha hate gotin, Erdogan rexneyên tund li Beşar Esed kir û nepêkanîna pêşketinekê di normalîzekirinê de spart Esed.

′ERDOGAN DESTWERDANA LI REWŞA KERKÛKÊ KIR ′

Rojnameya El Ereb bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a dagirker ji rewşa dawîn a li Kerkûkê. Di nivîsa rojnameyê de hate gotin: ′′Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbasî xeta xwepêşandanên li Kerkûkê bû û gef xwar ku eger parêzgeha bi petrolê dewlemend e li gorî lihevkirina di navbera Hewlêr û Hikumeta Federal a Bexdayê de radestî Kurdan were kirin dê destwerdanê bike.′′

Rojnameyê li ser zimanê çavdêran jî îşaret bi vê yekê kir ku Tirkiye hişyarî da PDK′ê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî  û jê re gotiye, her çiqasî têkiliyên Tirkiye bi  partiyê û rêveberiya herêmê re baş be jî, lê ev nayê wateya ku dê Tirkiye li ser hewldanên wê yên destdanîna ser Kerkûkê bê deng bimîne.

Her wiha hate gotin Tirkiye bi vê hincetê dixwaze destwerdana xwe ya bi navê parastina Tirkmenan li Iraqê rewa bike.

′NÎŞANEYÊN ÇARESERIYA LI LÎBYAYÊ′

Rojnameya El Beyan jî cih da rewşa Lîbyayê . Di nivîsa rojnameyê de hate gotin: "Bi armanca pêkanîna lihevkirinekê ya li ser dema hilbijartinên parlamentoyê gavên bi lez tên avêtin,  tê payîn destpêka sala bê were birêxistinkirin. Lê dê dema hilbijartina serokkomariyê were paşxistin heta ku grantiyên têrker werin dabînkirin ku karibin dawîn li parçebûnê bînin û lihevkirinek li ser encamên dawîn çêbibe.′′

 (fr)