Brîtanya hewl dide Wagnerê bixe lîsteya "terorê"

Ev proje piştî kuştina serokê koma Wagnerê Yevgeny Prigogine di qezayeke balafirê 23′yê Tebaxê li St. Petersburg de pêk hat.

Brîtanya hewl dide Wagnerê bixe lîsteya "terorê"
6 îlon, 2023   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera BBC′ê ya Brîtanyayê, hikumeta Brîtanyayê hewl dide koma Wagnerê ya Rûsyayê bixe lîsteya "terorê".

Li gorî malperê, dê proje bihêle tiştên kom mal û milkên terorê ne û werin desteserkirin.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Brîtanya Suella Braverman got koma Wagnerê tund û wêranker e, alaveke leşkerî ya Rûsyayê di serdema Vladimîr Pûtîn de ye û çalakiyên wê li Ukrayna û Afrîkayê li ser ewlehiya cîhanê gef in.

(fr)