′Şerê li Sûdanê deriyên fireh li ber tundiya li ser jinan vekirin′

Rojnamevan Medîha Mihemed Xêr diyar kir ku şerê li Sûdanê deriyên fireh li ber tevahî cûreyên tundiyên li dijî jinan vekirin. Medîha anî ziman ku pêwîstiya jinan bi parastinê û nasandina wan bi mafên wan heye.

′Şerê li Sûdanê deriyên fireh li ber tundiya li ser jinan vekirin′
6 îlon, 2023   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN- SILAVA EBDUREHMAN

Ji 15′ê Nîsana îsal ve, di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer rû dide.

Li gorî raporan, di encama şer de hezar û 800 kes hatin kuştin û zêdetirî mîlyon û nîv kes jî koçber bûne. Her wiha hate zanîn ku bi taybetî li Xertûm û herêma Darforê ya rojavayê welat êrişên zayendî li dijî jinan hatine kirin.

LI DIJÎ ZÊDETIRÎ 90 JINAN ÊRIŞA ZAYENDÎ HATINE KIRIN

Nûnera Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya li Sûdanê Adjarato Ndiaye destnîşan kir ku li Darforê ′′tecawiza komî′′ li jinan hatiye kirin.

Yekîneya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jin û Zarokan a hikumeta Sûdanê got, di du hefteyên destpêkê yên şer de 49 bûyerên êrişa zayendî yên li dijî jinan (24 li Xertûmê û 25 li Darforê) belge kirine.

Di destpêka Tebaxa borî ve, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk got, nivîsgehê raporên têkildarî tundiya zayendî ya li dijî 53 jin û keçan bi dest xistiye. Her wiha ragihand ku di êrişekê de destdirêjî li 18 heta 20 jinan hatiye kirin.

Di destpêka Tîrmehê de Yekîneya Têkoşîna Dijî Jin û Zarokan a Sûdanê diyar kir ku ji destpêka şer ve êrişa zayendî li derdora 90 jinan hatiye kirin ku piraniya wan ji Xerbûm, Cinêniyê û Niyalayê ne.

′ŞER DERIYÊN FIREH LI BER TUNDIYA LI DIJÎ JINAN VEKIRIN′

Rojnamevan û parêzvana jîngehê, azadiya derbirînê û mafên jinan a ji Sûdanê Medîha Mihemed Xêr diyar kir ku şerê li Sûdanê deriyên fireh li pêşiya her cûreyên tundiya zayendî ya li dijî jinan vekirin. Her wiha destnîşan kir ku pêwîstiya jinan bi parastinê, pêwîstiyên sereke û nasandina wan bi mafên wan heye.

Medîha Mihemed Xêr da zanîn ku di radeya yekemîn de jin dibin qurbanên şer û nakokiyan.

Medîha ku li navenda Wid Medenî ya Sûdanê ya peydakirina cihan ji koçberan bi dildarî kar dike destnîşan piraniya jinên Sûdanê yên koçber bûne di bingeh de rewşa wan a aborî û civakî aloz e û wiha domand: "Ev jin karê malê dikin an jî karkeriyê dikin ku heqdestiyeke kêm digirin û ne li gorî asta wan a xwendin û perwerdeyê ye. Di encamê de jin rastî tundiya aborî û zulmê tên û neçar dimînin ku li navendên bicihkirinê bimînin. Li li ser asta ayaleta Cizîrê û paytexta wê Medenî derdora 180 navendên bicihkirinê hene. Li van navendan jî gelek xizmet kêm in. Ev navend dibistan in ku baş nehatine amadekirin, her wiha ava paqij û xwarina baş li van navendan kêm in."

Medîha Mihemed Xêr da zanîn ku hinek rêxistinên navneteweyî û herêmî û însiyatîfên navxweyî hewl didin pêwîstiyên koçberan bi cih bîne û got, lê ji ber koçberiya domdar peydakirina tevahî pêwîstiyan zehmet dibe. Medîha diyar kir ku hikumet desteka têrker nade, lê pir caran astengiyan derdixe.

LI DARFORÊ REWŞÊ KAMPAXTIR E

Rojnamevan Medîha Mihemed Xêr bal kişand ser rewşa jinên li Darforê jî û got: "Rewşa jinên koçber ên li Darforê kampaxtir e, ji ber ku ji sala 2003′an ve şer li vê herêmê heye û di encamê de jinan berdêlên mezin dan. Şerê li vir aliyên wê yên eşîrtî û etnîkî yên bi girêk hene ku zehmet e li hemberî wê were sekiandin, her wiha di aliyê mafan de çandên ne adilane hene."

Li ser rola rêxistinên jinan jî Medîha Mihemed Xêr ev tişt got: "Piraniya rêxistinên jinan ji bo rawestandina şer dixebitin û raporek  radestî aliyên navneteweyî kirin da ku jin beşdarî hewldanên pêkanîna aştiyê li Sûdanê bibin. Her wiha daxwaza piştgiriya bi jinên koçber re kirin. Ev rêxistin tevahî cûreyên binpêkirinên li Xertûm û Darforê têne kirin, aşkara kirin. Lê şer bi xwe derbeyeke xurt li gelek rêxistinên jinan xist û navendên rêxistinên jinan hatin serdegirtin û talankirin.′′

Medîha Mihemed Xêr bang li dezgehên ragihandinê kirin ku balê bikişînin ser rewşa Sûdanê û agahiyên zêdetir li ser rastiya şerê wêrankir parve bikin. Her wiha got: "Ev şer şerê li dijî mirovên Sûdanê yên îroyîn, siberojê û şerê li dijî serdestiya welat e."

(bb)

ANHA