Peymangeha `Yunus Emre` amûra Tirkiyeyê ya guhertina demografiyê

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê 3 navendên nû yên girêdayî Peymangeha “Yunus Emre” vekirin. Ev peymangeh pirsporê belavkirina ziman û çanda Tirkî ye.

Peymangeha `Yunus Emre` amûra Tirkiyeyê ya guhertina demografiyê
Peymangeha `Yunus Emre` amûra Tirkiyeyê ya guhertina demografiyê
Peymangeha `Yunus Emre` amûra Tirkiyeyê ya guhertina demografiyê
Peymangeha `Yunus Emre` amûra Tirkiyeyê ya guhertina demografiyê
6 îlon, 2023   03:43
NAVENDA NÛÇEYAN-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyasetên guhertina demografiya herêmên dagirkirî de, beriya sê rojan 3 navend li Bab, Cerablus û Efrînê vekirin. Ev navend girêdayî peymangeha “Yunus Emre” ne ku pisporê çand, dîrok û zimanê tirkî ye.

Beriya wê jî sala 2020`an li bajar Ezazê yê dagirkirî heman navend vekirin.

Di vekirina wan navendan de, gelek rayedarên tirk, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û serokê peymangehê Aşref Ateş azir bûn. Di vekirina navenda li Efrînê li avahiya dibistana Sîna ya berê ya li taxa Mehmûdiye, Ateş got gelê Ereb, Tirk û Kurd bi hezaran salan li efrînê bi hev re jiyane.

Lê ev xîtab berovajî, pratîkê ye. Li Efrîna dagirkirî beriya dagirkirinê sala 2018`an, rêjeya kurdan ji sedî 95 bû û tu tirk lê nîn bûn. Gelo Ateş ev agahî ji ku anî û hîna dibêje “bi hezaran salan” li bajêr hebûn?

Ateş di vekirina navenda li Babê jî got armanca wan a sereke fêrkirina zimanê Tirkî ji bo 300 zarokên herêmê ye û navend li gor fermanên serokê wan Recep Tayyîp Erdogan hatin vekirin.

Endamekî AKP`ê Celal Ar Bay ku tev li vekirina navenda li Efrînê bûye, di vekirinê de got: “Efrîn û Ezaz ên me ne”. Ev siyaseta li wan herêman tê meşandin nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze wan herêman ji Sûriyeyê qut bike û tev li axa xwe bike.

Der barê mijarê de, çalakvanê hiqûqî û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo got: “Daxuyaniyên serokê peymangeha `Yunus Emre`, xetere ne û îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker dikin ku hewl dide wê fikrê belav bike ku tirk ji hezaran salan ve li herêmê bûn.”

Şêxo destnîşan kir ku mîna van daxuyaniyan, siyasetên vekirina navendên çandî yên tirkî, bangewaziyên fêrbûna ziman û çanda tirkî, dikevin xaneya qutkirina herêmên dagirkirî û tevlêkirina wan a dewleta Tirk e mîna li Lîwa Skenderon pêk hatiye.

Dema em li malpera peymangeha “Yunus Emre” vegerîn, bi taybet xaneya “navendên me yên çandî”, di lîsteyê de, ji derveyî navendên li bakurê Sûriyeyê, navên tevahî navendên peymangehê yên li dewletên cuda hatine vekirin hene. Mîna ku rayedarên peymangehê wan herêman weke herêmên tirkî dibînin. Ev destnîşan dike ku armanca vekirina wan navendan, amadekirina rewşê ye ji bo ku ew herêman ji erdnîgariya Sûriyeyê bên qutkirin.

Li dijî peymangehê tawanên sîxurtiya ji bo îstîxbarata dewleta Tirk di piştperdeya perwerde û belavkirina çandê hene. Rojanemya “Zaman a Tirkiyeyê”, di raporeyeke xwe de bi navnîşan Yunus Emre”… dîplomasiyeke çandî yan jî tevgerên îstixbaratî?

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya tirkkirina herêmê de, hewl dide ku zimanê tirkî, diravê xwe ferz bike, navên gund, qad û dibistanan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, biguhere.

(şx)

ANHA