Hevseroka Meclisa Dêrazorê: QSD′ê hewl dide ewlehiyê pêk bîne

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan piştgiriya hewldana QSD′ê kir ku bi rêya operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ dixwaze ewlehî û îstîqrarê li Dêrazorê bisepîne.

Hevseroka Meclisa Dêrazorê: QSD′ê hewl dide ewlehiyê pêk bîne
6 îlon, 2023   00:38
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê û sûcdaran di 27′ê Tebaxê de operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li herêmên Dêrazorê dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan rewşa Dêrazorê di çarçoveya berdewama operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê ′ û hewldana hin aliyan a derxistina fitneyan û tehrîdkirina li dijî QSD′ê, nirxand.

Têkildarî mijarê Fatme wiha domand: "Herêm di komplo û ajandeyên derve re derbas dibe û ew hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin, fitneyê di nava şêniyan de derxin. Bi operasyona QSD′ê ya ji bo pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê û şerê li dijî ajande û şaneyên derve daye destpêkirin re xwestin aşkera bikin ku şerekî di navbera me, navbera şênî û gelê me de heye."

Fatme operasyona QSD′ê, ji bo azadî û rûmeta xwe ye û ji bo ku nehêlin ajandeyên derve û şane Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

Fatme wiha pê de çû: "Em xelkê Dêrazorê li kêlek QSD′ê ne û piştgiriyê didin hewldana wan a pêkanîna ewlehî û îstîqrarê. Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin. Bang li gel û rûspiyên wî dikin ku li dora QSD′ê bicivin û destekê bidin operasyona wê."

Fatme diyar kir ku gel bi xwe ji van rûdanên li Dêrazorê, kiryarên şane û ajandeyên ku hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin, hişyar e û wiha anî ziman: "Gelê me êdî îro li ser kesên li Sûriyeyê piştgiriyê didin terorê, kî li Sûriyeyê şerê terorê kiriye, şahid e."

Têkildarî rewşa hundirîn a Dêrazorê Fatme aşkera kir ku tu koçberî li Dêrazorê tune ye, kesek jî ji mala xwe derneketiye.

Fatme wiha li gotina xwe zêde kir: "Em Meclisa Sivîl a Dêrazorê dema koçberî çêbû, mecbûr in ji gel û xelkê re tevahî pêdiviyan dabîn bikin."

Famte bang li gel û rûspiyên herêmê kir ku li hember fikrên ajandeyên derve yên hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin, bisekinin.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan wiha dawî li gotina xwe anî: "Meclisa Sivîl a Dêrazorê tevî komîteyên xwe li ser hişyarkirina gel dixebitin."

(fr)

ANHA