Kongra Star şehîdên Xelîfanê bi bîr anîn
Kongra Star a Qamişlo şehîdên komkujiya Xelîfanê bi bîr anîn û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.
![Kongra Star şehîdên Xelîfanê bi bîr anîn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202309/200247_184721_img_01147e1.jpg)
Ji bo bîranîna şehîdên ku di encama îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şehîd bûne, Kongra Star a Qamişlo bi daxuyaniyekê siyasetên PDK'ê yên qirkirina gelê Kurd şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê endama kongrê Yusra Mihemed Şerîf ve û bi beşdariya endamên kongrê, saziyên sivîl û xizmetguzarî û Tevgera Jinên Azad li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a taxa Kornêş hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.
Di dema ku gelê Kurd komkujiya Xelîfanê şermezar dikir û banga radestkirina cenazeyên şehîdan dikir, PDK'ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe domandin û komkujiyeke din di heman sala komkujiya Xelîfanê de pêk anî û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re teqez kir.
Em vê hevkariya PDK'ê ya bi dijminên Kurdan re li şûna ku ew piştgiriyê bide doza Kurd bi tundî şermezar dikin û soza şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û destekdayîna berxwedana gerîla bidomînin ji ber ku ew parêzvanên rastîn ên gelê Kurd û gelên bindest e."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 5'ê Îlona 2022'yan de çekdarên PDK'ê û artêşa Tirk a dagirker li dijî komeke gerîla ku ji 5 gerîlayan pêk dihat êriş kir û di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 dîl hatin girtin.
(mh/şx)