Artêşa Tirk Til Rifet topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma navbera Til Rifetê û Şêx Îsa yên Şehbayê topbaran kir.

Artêşa Tirk Til Rifet topbaran kir
5 îlon 2023   06:41
ŞEHBA

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji kantona Şehbayê dane, saet di navbera 03:00′an berbanga îro de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma di navbera navçeya Til Rifetê û gundê Şêx Îsayê de topbaran kir.

Şeva berê jî gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehbayê hatin topbarankirin.

Hemwextî destpêkirina Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′  li Dêrazorê ji bo serdegirtina şandeyên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê ji hêla QSD′ê ve artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Minbicê, Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê zêde kirine.

(fr)

ANHA