Li şûna lêborînê ji gelê Kurd bixwaze sûceke din kir

Beriya salekê wekî îro, çekdarên PDK′ê û artêşa Tirk a dagirker êrişeke hevbeş li dijî gerîlayan pêk anî û di encamê de 3 gerîla şehîd xistin û 2 gerîla dîl girtin.

Li şûna lêborînê ji gelê Kurd bixwaze sûceke din kir
5 îlon, 2023   07:01
QAMIŞLO-MISTEFA ELO

Çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 28′ê Tebaxa 2021′an de li herêma Xelîfanê kemînek li hemberî komeke gerîlayên HPG û YJA Starê danî. Di encama kemînê de 6 gerîla şehîd bûn û gerîlayê din xwe xilas kir.  Di demekê de ku gelê Kurd bang li PDK′ê dikir ku lêborîne ji malbatên şehîdên kemînê re bixwaze, lê çekdarên wê êrişên xwe li ser gerîlayan nesekiandin.

Di 5′ê Îlona 2022′yan de çekdarên PDK′ê û artêşa Tirk a dagirker careke din êrişî komeke gerîla ya ji 5 gerîlayan kirin û di encamê de 3 gerîla şehîd bûbûn û 2 jî hatibûn dîlgirtin.

Di 7′ê Îlona 2022′yan de HPG′ê têkildarî êrişa hevbeş a PDK′ê û artêşa Tirk a dagirker a li dijî gerîlayan daxuyaniyek weşand.

Di daxuaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "5’ê Îlonê danê êvarê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrîşa balafirên keşfê hatin. Di vê komê de hevalên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê cih digirin. Li gorî agahiyên me girtiye di vê êrîşê de; 3 rêhevalên me şehîd bûn û 2 rêhevalên me jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku hêzên PDK'ê piştî êrîşê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin û hevalên me yên birîndar rakirin û birine. Heya niha em nizanin ku ji vê komê kîjan hevalên me şehîd bûne û kîjan birîndar in.

Eşkere ye ku li vê herêma ku ne qada şerê germ e, balafira keşfê ji nişka ve hat û bi şev komeke ku li eraziyê dimeşiyan tespît kir û li wan xist, nîşan dide ku hevalên me bi sîstemeke îstîxbaratî ya bi rêxistinbûyî ve hatine şopandin. Her wiha dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê û bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund jî rewşeke balkêş e.′′

Êrişa hevbeş a li ser gerîlayan di raya giştî ya Kurdistanê de bû cihê nerazîbûnê  û banga aşkarakirina çarenûsa dîlgirtiyan hate kirin. Lê PDK′ guh neda daxwazên gelê Kurd û li ser sûcê bê deng e. Her wiha PDK′ê ajantiya xwe bi dewleta Tirk a dagirker re didomîne. Herî dawîn rayederkî PDK′ê bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku fermandarên tevgera azadiya Kurdistanê bike hedef.

(fr)

ANHA