​​​​​​​Rojnameyên erebî hevdîtina Erogan û Pûtîn çawa nirxand?

Hevdîtina serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladîmer Pûtîn û tevgerên her du dewletan li Sûriyeyê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

​​​​​​​Rojnameyên erebî hevdîtina Erogan û Pûtîn çawa nirxand?
5 îlon 2023   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nivîsek bi sernavê ′Meydana Sûriyeyê germ dibe′ weşand. Rojnameyê rageşiya li eniyên bakurê rojavayê Sûriyeyê anku ′herêma bêçek′ bi hevdîtina li Soçhiyê ya di navbera Erdogan û Pûtîn de ve girê da. Di nivîsê de hate gotin, di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê û mijara normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê hatin nîqaşkirin ku bi sponseriya Rûsyayê pêk tê û vê dawiyê Îranê jî tev lê bû.

′PÛTÎN HIŞKBÛNA XWE NÎŞAN DA′

Rojnameya El Ereb jî destnîşan kir ku serokê Rûsyayê Vladîmer Pûtîn piştî hevdîtina li Soçhiyê ya bi Erdogan re hişkbûna xwe nîşan da. Di nivîsê de hate gotin "Pûtîn careke din destnîşan kir ku ew  amade ye peymanek bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî ji nû ve bide destpêkirin da ku dexlûdanên Ukraynî bi ewle li ser Deryaya Reş veguhezîne, bi şertê ku tevahî daxuyaniyên Rûsyayê werin pêkanîn.′′

′RÛSYA PROPAGANDAYA PEYMANA EDENEYÊ  DIKE, ÇAVNEBARIYÊN TIRKIYEYÊ JÎ MEZINTIR IN′

Li gorî rojnameya El Exbar a Lubnanê, Rûsya ji bo bidawîkirina qutbûna têkiliyên Şam û Enqereyê û vegerandina Peymana Edeneyê ya sala 1998′an a di navbera her du welatan de hewldanên mezin dike. Her wiha hate gotin, Rûsya dihêle artêşa Tirk a dagirker heta 5 kîlometreyan tenê xaka Sûriyeyê derbas bike û hate destnîşankirin "Lê Tirkiye guh nade van hewldanan û peymana navborî ji armancên xwe kêmtir dibe, nemaze ku Tirkiyeyê mesafeyeke dûrtir derbas kiriye û piraniya xeta sînor a di navbera her du welatan de kontrol kiriye.′′

ERDOGAN HEWL DIDE ROLA XWE YA HERÊMÊ Û NAVNETEWEYÎ XURT BIKE′

Girêdayî heman mijarê rojnameya El Ereb destnîşan kir ku, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku serdana Moskovê kiriye xwe dispêre dîplomasiya dexil da ku rola welatê xwe di qada navneteweyî û herêmî de xurt bike. Di nivîsê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku Erdogan roja duşemê di hevîdtina xwe ya li gel Pûtîn de ragihand ku ew amade ye peymana hinardekirina dexilê Ukranyayê vejîne ku Moskovê di Tîrmeha borî de rawestandiye.

(bb)