Gundekî Zîbanê hat paqijkirin, 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girin

QSD′ê ragihand ku gundê Hewayîc ê  Zîban ê rojhilatê Dêrazorê hat paqijkirin û 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin.

Gundekî Zîbanê hat paqijkirin, 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girin
5 îlon 2023   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD′ê ji bo paqijkirina gundewarên Dêrazorê ji şaneyên veşartî yên çete, kesên derveyî qanûnê tev digerin û bazirganên madeyên hişbirê dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gundê  Hewayîc ê bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê hat paqijkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: ′′Gundê Hewayîc ê bajarokê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê hat paqijkirin. Hêzên me li kolana giştî pêş de diçin. Di şer de 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin."

(bb)

ANHA