Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî rojavayê Til Temirê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til El Leben ê rojavayê Til Temirê bi dijwarî topbaran dikin.
Nûçegihanê me ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til El Leben ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi dijwarî û bi çekên giran topbaran dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tawîle, Til Tewîl û Derdara yên bakur û rojavayê Til Temirê bi heman şiklî topbaran kir.
(şx)
ANHA