​​​​​​​Ebû El Haris El Şiêtî: Em ê dawiya tevliheviyê bînin

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû El Haris El Şiîtî got geşedanên li bajar û bajarokên Dêrazorê rû didin ber bi aramiyê ve diçin piştî ku meclisê ewlehî ferz kir. Her wiha diyar kir ku bi israr in ku dawî li vê tevliheviyê bînin û herêmê ji çeteyan paqij bikin.

​​​​​​​Ebû El Haris El Şiêtî: Em ê dawiya tevliheviyê bînin
4 îlon 2023   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû El Haris der barê geşedanên li Dêrazorê û operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê de” wiha axivî: “Di vê dawiyê de, tevlihevî, bazirganiya narkotîkî li herêmên Dêrazorê derketin. Li ser daxwaza rûspî û xelkê Dêrazorê ku lêgerîn li herêmên pêk were û ev diyarde tune bibin, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin sîwana QSD`ê de tê dikoşe, bangewziya rûspiyan û xelkê bajêr, bersivand. Ji ber wê QSD`ê bi koordîneya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` dest pê kir.”

Ebû El Haris wiha domand: "Operasyon di roja xwe ya 9'emîn de didome û em niha li herêma El Şihêl in, ku lêgerîn li pey çete û komên çekdar ên ku derbasî herêmê bûne didomin. Ew kom bi awayekî sînordar li nav herêmê belav bûn û dema derfet ji wan re vebû wan saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên wek stasyonên av, kehrebeyê û şaredarî talan kirin û malên sivîlan dizîn."

Ebû El Haris piştrast kir ku ew ê bi îsarareke mezin tevliheviya çêbûyî bi dawî bikin û got: “Moralê hevalên me bilind e û îsrara wan a paqijkirina herêmê ji DAIŞ û çeteyan û bidawîkirina fîtneyê bilindtir dibe.”

Ebû El Haris li ser navendên leşkerî yên hêzên xwe yên bajarê Bisêrayê digeriya ku duh ji çeteyan hate rizgarkirin.

(mh/şx)