Ukrayna: 22 dronên Rûsyayê hatin ruxandin

Pergala parastina hewayî ya Ukraynayê ragihand ku ji 25 dronên Rûsyayê yên ku li herêma Odessayê êriş pêk anîne, 22 dron ruxandine.

Ukrayna: 22 dronên Rûsyayê hatin ruxandin
3 îlon, 2023   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî APF, pergala parastina hewayî ya Ukraynayê ragihand ku ji 25 dronên Rûsyayê yên ku li herêma Odessayê ya başûr êriş pêk anîn, 22 dron ruxandine. Her wiha diyar kir ku ji ber êrişan ziyan gihaştin binsaziya bendera bajar a veguhestina dixlan û 2 kes birîndar bûne.

Li gorî RT  jî li balafirgehên Moskovê 23 sefer ên îşev hatin betalkirin û 19 keştên din hatin taloqkirin.

Kampanyaya Yandex a Rûsyayê diyar kir ku ji saet 00:26′an ve li gorî dema  Moskovê, 6 seferên ji balafirgeha  Vnukovoyê hatine betalkirin û 5 sefer hatin taloqkirin. Her wiha ragihand ku li balafirgeha Şeremetyevo 6 sefer û li balafirgeha Domodedovo jî 8 sefer t hatine taloqkirin û 17 seferên din jî hatine betalkirin.