′Malên hemû gundiyan hatin topbarankirin′

Şêniyên gundê Ereb Hesen diyar kirin ku hemû malên wan hatin topbarankirin û gotin: "Ji bo em xwe xilas bikin em ji malên xwe derketin.”

′Malên hemû gundiyan hatin topbarankirin′
2 îlon, 2023   10:24
MINBIC-MIHEMED EL ŞÊX

Duh (1`ê Îlonê) çeteyên dewleta Tirk a dagirker hem ji bejahî êriş kirin, hem jî gundên Minbicê yên li aliyê bakur, bakur-rojava û rojava topbarana kirin. Di encamê de 4 zarokên ji gundê Mihsenlî yê li bakur rojavayê Minbicê şehîd bûn, welatiyek ji gundê Ewn Dadat ê li bakurê bajêr birîndar bû, welatiyek jî li gundê Erîma yê li rojavayê bajêr birîndar bû.

Hejmareke welatiyên ji gundê Ereb Hesen ên ku ji ber êrişan li mezreyên derdora gund bi cih bibûn, ji ajansa me re axivîn.

200 TOP

Şêx El Hemûd ê ji gundê Ereb Hesen ê Mezin têkildarî êriş û topbaranê got: "Piştî nimêja berbangê, gund bê ser û ber hate topbarankirin. Hemû malên gund hatin topbarankirin. Nêzî 200 top û moşek li gund ketin, mîna ku em li Ukraynayê ne. Tiştê me jiyan kiriye ji tiştên li Ukraynayê rû didin jî xirabtir in."

El Hemûd êrişa ku heta niha jî li dijî şêniyên herêmê berdewam dike, şermezar kir û got: “Ew kafir in, malên me xira kirin.”

Ciwanê bi navê Mihemed El Elî jî ev tişt gotin: "Ji saetên serê sibehê de gund bi dijwarî hate topbarankirin. Şênî û zarok ji topbaranê tirsiyan, moşek li tevahî malan ketin. Şênî ji bo xwe rizgar bikin, ji malên xwe derketin. Em nizanin çi ji me dixwazin."

(fr/c)

ANHA