Rêveberiya Minbicê têkildarî êrişên ser bajêr daxuyanî da

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hemwextî Roja Aştiyê ya Cîhanê hatine kirin, armanc jê qetilkirin, koçberkirin û têkbirina ewlehiyê ye.

Rêveberiya Minbicê têkildarî êrişên ser bajêr daxuyanî da
2 îlon, 2023   10:35
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî têkildarî êrişên dijî Minbicê daxuyaniyek da.

Kordînatorê meclisên bajarê Minbicê û gundewarên wê Ebdulbasit El Şiwêx li pêş avahiya rêveberiyê ya li bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya rêveberiyê de hate destnîşankirin ku 2 roj in êrişî niştecihên herêmê tê kirin û hat gotin: “Armanca wan êrişan qetilkirin, koçberkirin, xirakirina ewlehî û îstiqrarê ye. Ev êriş hemwextî şahiyên li cîhanê yên bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê pêk hatin. Rêber Abdullah Ocalan her tim banga aştiyê dike û banga aştiyê li tevahî cîhanê dike.”

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye: “Em li hember destdirêjiyên komên çekdar ên destekê ji rejîma Tirk a faşîst digirin, yekdest in. Em bang li hêzên aştîxwaz û rêxistinên mirovî dikin ku van sûcan bi dawî bikin. Em bi bîr dixin ku rêveberiyên hemû dewletên li herêmên me xwedî serwerî ne li hember van zêdegaviyan xwedî berpirsiyarî ne. Em ê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî rêya şehîdan bişopînin.”

(fr/c)

ANHA