Li sînorê Lubnan-Sûriyeyê 15 kes hatin revandin

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê 15 kesên dixwestin derbasî Lubnanê bibin ji aliyê çekdarên komeke ku tê gotin girêdayî îstixbarata leşkerî ya hikumeta Şamê ye, hatin revandin.

Li sînorê Lubnan-Sûriyeyê 15 kes hatin revandin
2 îlon, 2023   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh dema 15 kesên ji herêma El Hewle û herêmên girêdayî Humsê hewl dida xwe bigihînin Lubnanê hatine revandin. Tê gotin ku ew kes ji aliyê komeke çekdar a girêdayî kesê bi navê "Şûcaa El Elî" ku destekê ji îstixbarata leşkerî ya hikumeta Şamê ve hatine revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.

Li gorî SOHR`ê, Şûcaa El Elî li herêma ser sînorê Sûriye-Lubnanê xwedî serwerî ye, wekî berpirsê revandina sûriyeyiyan li wê herêmê tê hesibandin û gelek sûc kirine.

Di nûçeya SOHR′ê de hat destnîşankirin ku li beramberî serbestberdana wan, fidye ji malbatên kesên revandî hatî xwestin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

(fr/c)