Dewleta Tirk ji Bab û Cerablusê êrişî Minbicê dike

Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên Cerablus û Babê yên dagirkirî êrişî gundên bajarê Minbicê dike.

Dewleta Tirk ji Bab û Cerablusê êrişî Minbicê dike
2 îlon, 2023   08:29
MINBIC

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker gundên bakur rojhilat û bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike.

Li gorî agahiyan, artêşa dagirker gundên navborî ji baregeha xwe ya li gundê Kerbeclî yê gundewarê bajarê Cerablusê û ji baregeha li gundewarê Babê yên dagirkirî topbaran dike.

Li gundên Til Refîi (li bakur rojhilatê Minbicê), Dendeniyê (li bakur rojavayê Minbicê) ji ber topbaranê hejmareke welatî birîndar bûne.

Gundên herêmê duh jî ji aliyê dagirkeran ve hatibûn êrişkirin û di encama topbarana dijwar de 4 zarok şehîd bûn, 2 welatî jî birîndar bûn.

(c)

ANHA