Artêşa Tirk a dagirker li Wanê bi saetan maleke gulebaran kir

Li gundê Çamîlî yê navçeya Qelqeliyê ya Wanê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi saetan malek gulebaran kir. Hat diyarkirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Tirk a dagirker li Wanê bi saetan maleke gulebaran kir
1 îlon, 2023   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) duh danê êvarî leşkerên artêşa Tirk a dagirker avêt ser gundê Çamîlî yê navçeya Qelqelî ya Wanê. Leşkerên dagirker xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kirin. Hat gotin, leşkerên Tirk gund dorpêç kiriye û operasyon saet di duyê piştî nîvro de dest pê kiriye û heya çar û nîvê esir dewam kiriye.

2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Hat zanîn ku li xaniyê ku hinekî dûrî nava gund bûye 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran jiyana xwe ji dest dan, ji bin kavilan hatin derxistin. Nehat zanîn ku her 2 kes kî ne û cenazeyên wan birine ku derê.

2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Her wiha hate ragihandin ku gund heya derengê şevê jî dorpêçkirî bû û ketin û derketina gund qedexe bû. Hat destnîşankirin ku leşkerên dagirker avêtiye ser maleke li derdorê jî û Omer Kiliççeken û kurê wî Samî Kiliççeken binçav kirine. Hat diyarkirin ku her du kesên binçavkirî birine Qereqola Cendirmeyan a Qelqeliyê.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Sînan Çîftyurek, MAhmût Dîndar û ZUlkuf Ûçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê bi şev ber bi gund ve bi rê ketin. Lê belê leşkeran bi hinceta operasyonê nehişt şande têkeve gund.