YRK′ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şarbajêrê daxuyanî da

YRK’ê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh şev bênavber û bi dijwarî gundên girêdayê Şarbajêr yên derdora çiyayê Asos bombebaran kirin. YRK’ê bang li gelê Kurd û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî van êrişên hovane bêdeng nemînin.

YRK′ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şarbajêrê daxuyanî da
1 îlon, 2023   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku duh şev di navbera saet 00:30’ê heta 02:00 de bênavber gundên girêdayî devera Şarbajêr ya derdora Çiyayê Asos bi awayek dijwar bombebaran kirin, duxayaniyek weşand.

YRK diyar kir ku di encama êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk de tu zererên canî çênebûne, tenê zerer gihaye milk, bax û baxçeyên welatiyên deverê û wiha hate gotin; “Lê tevî ku tu zererên canî di êrişên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker de çênebûne jî, dewleta Tirk propagandaya van êrişên navborî li devera Şarbajêr û quntara Asosê dike. Ev propagandaya dewleta Tirk tu bingehê xwe nîne û nerast e.”

YRK’ê di dewamê de daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan careke din dijmintiya xwe ya ji gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê îspat kir û bi van gotinan bang li gelê Başûr û hemû gelê Kurd kir; “Pêwîst e gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê helwesta nîşanî dewleta Tirk bidin û li heramberî êrişên hovane yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.”

Daxuyaniya Fermandariya YRK’ê wiha ye:

 “Şeva borî di 01.09.2023’yê de balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst gundên girêdayî herêma Şarbajêr yên derdora Çiyayê Asos bi dijwarî bombebaran kirin. Bombebaranê di saet 00:30’ê de destpê kir û heta saet 02:00’ê dewam kir. Di encama bombebaranê de tu ziyanên canî çênebûne. Propagandayên dewleta Tirk a dagirker ên di derbarê van êrişan de ji rastiyê dûr in, nerast in. Dewleta Tirk a dagirker di van êrişan de tenê zerer daye milk, rez, bax û baxçeyên welatiyên herêmê.

Dewleta Tirk a faşîst bi van êrişan û bombebaranan dijmintiya xwe ya li dijî gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê îspat kir. Pêwîst e gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet yê Başûr li beramberî van êrişên dewleta Tirk xwedî helwest be û bêdeng nemîne.′′