Hejmar û navên qurbaniyên erişa Minbicê

Ajansa me hejmar û navên qurbaniyên êrişa bejahî û topbarana li dijî gundewarên Minbicê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve belge kirin. Her wiha nûçegihanan anî ziman ku ji heman malbatê 4 zarok şehîdan û welatiyek birîndar bû.

Hejmar û navên qurbaniyên erişa Minbicê
1 îlon, 2023   10:42
NAVENAD NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Minbicê dane, vê sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi bejahî û topan êrişî gundewarên Minbicê kir. Di encamê de 4 zarok ji gundê Muhsenlî yê bakur-rojavayê Minbicê şehîd bûn û welatiyek li gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr birîndar bû.

Navên şehîdan wiha ne; Amir Xalid El Ferc (15), Amir Fehed El Ferec (10), Malik Fehed El Ferec (18), Zeyneb Mihemed El Ferec (14)

Li gundê Ewn Dadat ê baurê Minbicê jî Bozan Hisên (40) birîndar bû.

Hîna xebatên lêkolîn û belgekirina qurbaniyên êriş dewam dikin.

(fr)