Birîndarekî êrişa dijî Minbicê kêliyên êrişê vedibêje

Welatiyekî ji Minbicê ku li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê di êrişa bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bû, detayên êrişê vegotin.

Birîndarekî êrişa dijî Minbicê kêliyên êrişê vedibêje
1 îlon, 2023   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê siharê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bejahî êrişî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, di encama êrişa bejahî û topbarana dijî gundê Mehsenlî yê li bakur rojvayê Minbicê de 4 zarokên ji heman malbatê şehîd bûn, her wiha li gundê Ereb Hesen welatiyek, li gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr jî welatiyekî din birîndar bûn.

Welatiyê bi navê Bozan Hesen (40) ê ji niştechiên Minbicê û li gundê Ewn Dadat ê bakurê bajêr dixebite, di êrşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gund de birîndar bû.

Bozan Hesen ku rakirina nexweşxaneya Minbicê, ji ajansa me re hûrgiliyên êriş û topbaranê vegotin. Hesen got: "Vê sibehê ve min berê xwe da cihê karê xwe yê li gundê Ewn Dadat. Dema li ser rê bûm gund ji aliyê bakur ve dihat topbarankirin. Mih hewl da vegerim bajêr. Di rêya vegerê de 3 top nêzî min ketin, lê tiştek bi min nehat, lê topeke çaremîn li kêleka min ket û ez bi parçeyên wê topê ji destê xwe yê rastê birîndar bûm.”

Li gorî nûçegihanê me yên rewşa herêmê dişopînin, di van kêiyan de li gundewarên bakur û rojavayê Minbicê aramiyek heye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên êriş kiribûn reviyan, Meclisa Meclisa Leşkerî jî hêza xwe li eniyên şer xurttir kir.

(fr/c)

ANHA